Şivan Perwer برور شفان

  • بادئ الموضوع بادئ الموضوع BERXEWDAN
  • تاريخ البدء تاريخ البدء
Yek Mûmik
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we
Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we
Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we
Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we
Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me
Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we
Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me

Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek
Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek
Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
 
Narîn
Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê
Ezê tu emelê dunyayê nakim
Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim
Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim
Ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim
Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana
Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn
Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne
De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb
Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne
Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne
Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne
Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne
Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne
Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn
Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn
 
Dilo ez bimrim
Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê
Li vê buharê dilo heyran li vê buharê
Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê
Hêsir li çavê min xweş in û neş in weke baranê
Weke baranê dilo heyran weke baranê
Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê
Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e

Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê
Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê
Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê
Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê
Li gulistanê dilo heyran li gulistanê

Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê
Li zivistanê dilo heyran li zivistanê
Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê
Wek goristanê bira hewar wek goristanê
Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê
Di dibistanê dilo hewar di dibistanê
Tirba Şivan hûnê çêkin li Kurdistanê
Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê
 
عودة
أعلى