( şehîd) //o/o/o [FONT=Times New Roman (Arabic)]ا [/FONT]//o/o/o [FONT=Times New Roman (Arabic)]ا [/FONT]//o/o/o
Li dunyayê şehîd namrê tu carî
Ji azadîre wî can kirî diyarî
Merov karê çitişbê ew diyarkê
Nikarê can bikê herkes diyarî
0 0 0
ku tov nemrê tu car wê zad ne şîn bê
şehîd nemrê gelêwî xweş nejîn bê
kesê bin dest bi sernizmî bijî ew
heya bimrê ewa wê dil birîn bê
0 0 0
kesê bindest bisaxîtî mirî ew
nezan hîştî neyar ewya kirî xew
belê ewya li dunyayê dijî sax
dijî ew wek rekeh têda dijî kew
0 0 0
kewê diljar rekeh têda nejîne
dike qebqeb ji ber ew dil birîne
ji bo gazî heval bên wî rihakin
dikê hawar ji ê ew girt bikîne
0 0 0
wekî kurda ku yek bê wî rihakê
şehîd karê gelê kurd ew rihakê
welat azad bike ewya ji çewser
welat karê li ser alame rakê
171
şehîd dimrê gelê wî jîn di minêku gel jîn bê şehîd jî nav dimî nê
gelê wayî eger ew çû hilîya
şehîd jî nav li dunya wê nemînê
0 0 0
şehîdê gel divê gellê xwedî bê
şehîd çû yek yekî dinjî lidû bê
ne razya bê gelê bin dest ne azad
ku razya ew ne saxbê wê mirî bê
0 0 0
gelê kurd wê emê nemrin tucarî
şehîdê kurd jiber can kir diyarî
welatê kurd emê bindest ne hêlên
bi xandin kurd linav çêbî şiyarî
0 0 0
dizê hiş ew gelek pîstir ji ê mal
neyarê kurd ji kurd hişbir gelek sal
bî îslamî gelê kurd ma di xewda
u dev girtî liber çewser ker û lal
0 0 0
gelek kêf xweş ezim îro bi kurdan
şehîd derman dikin derdê me kurdan
gelê kurd ew nema dimrê li dunya
ezim ew bêbuharim yek ji kurdan
dawî
الشاعر الكردي الكبير يوسف برازي بيبهار:biji:
الشاعر الكردي الكبير يوسف برازي بيبهار:biji: