الشيخ ( سلطان شيخ موس ) بين ماردين وديار بكر

  • بادئ الموضوع بادئ الموضوع Bavê Azad
  • تاريخ البدء تاريخ البدء

Bavê Azad

كاتب
Sultan Şêxmûs ( Şêx Mûsa Ez-Zolî)

Îro li Amedê hûn ji kijan zarok, xort, mezin, jin û mêr bipirsin misoger ewê navê Siltan Şêxmûs bihîstibe. Lewra navê Siltan Şêxmûs li Amedê navdar e û her kes ji cihê wî haydar e.

Dema bihar tê di navbera meha avrêl û gulanê de –weka ku tê zanîn- gellek kes diçin serlêdana gorên zatên bijarte. Siltan Şêxmûs jî ji van zatên bijarte yek e. Lê bi piranî jiyana wî, ji alî gel ve ew qas nayê zanîn.


Bi rastî îro em ji jiyana gellek kesên bijarte bêhay in. Bi taybetî jî wek dema rojbûn yan jî ji mirina wan, ji berhemên wan bêhay in. Gellek sedemên vî yekê hene; bêdugelî, bindestî, dagirkeriya dugelên hov, wêrankirina bajarên me û tevlî vana şewitandina pirtûkxaneyên me. Jibo Siltan Şêxmûs jî ev rastî tê pêşberê me.

Navê Siltan Şêxmûs ê rastîn Şêx Mûsa kurê Mahînê Mêrdînî ye. Tevlî viya navê wî di nav gel de wek ‘Şêx Mûsa Ez-Zolî’ jî tê zanîn. Dîroka rojbûna wî nayê zanîn, lê dema mirov bifikire ku îcazeta xwe ji Şêx Ebdilqadirê Geylanî (1077-78/1165 Z. bnr. Kovara Mizgîn hejmara 13.) girtiye, alî rojbûna wî jî dîrokek diyar nebe jî, dema jiyana wî tê fam kirin.

Ew zanyarek navdar, mezin û xwedîkeramet bû. Navê diya wî Siltan e. Şêx Mûsa, di nav zanyaran de jî, zanyarek gellek mezin û girîng bû. Cihê ku xebatên îrşadê û tesewwûfê dikir, îro li navçeya Mêrdîn (Çiyayê Mazî), li gundê Şêxan e. Jixwe îro gora Şêx Mûsa Ez-Zolî jî li wir e.

Şêx Mûsa, ji Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ îcazet girtiye û piştê îcazetgirtinê jî, gellek şêxên Bexdayê jî jê îcazet girtine.

Ew her tim hogirê Xwedê bû. Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ, di derbarê Şêx Mûsa de, pirr tişt gotiye. Di nav şagirtên Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ de, kêfa wî herî pirr ji Şêx Mûsa re dihat û digot:

“Ey zanyarên Bexdayê! Di demekî kurt de wê zanyarek wusa mezin derkeve ku ewê bibe serekeyê hemî zanyarên dinyayê. Carekî din jî kesek weka wî dernakeve. Ew kes jî Şêx Mûsayê ZOLÎ ye”.

Şêx Yahya et-Tîkrîtî di derbarê Şêx Mûsa de wusa rîwayet dike: “Ez û bavê xwe carna jibo Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ diçûn Bexdayê, carna jî jibo Şêx Mûsayê ZOLÎ diçûn Mêrdînê.

Carekî em çûn Mêrdînê. Me hevdîtina xwe kir û em hatin Bexdayê, Şêx Mûsa jî bi me re hat. Em gihîştin, derketin cemaeta Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ. Piştê ku em rûniştin, Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ wusa got: ‘Ev lingên min li ser sitûyê hemî zanyaran e’. Dema vî peyvê hate gotin, Şêx Mûsa sitûyê xwe xwar kir li ber Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ. Me ji wî re got ‘çima tu li ba Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ dikevî rewşek giran û wusa xweş ?’ Wusa bersiv da û got: ‘Ew kesê ku ferîşte jê heya dikin. Ez çawa ji wî heya nekim.”

Zanyarên Îslamê jî, Şêx Mûsa nas kiribûn û li ser mezinahiya zanebûna wî îttifaq kiribûn. Bi hêwîşên wî gellek nexweş baş bûne... Şêx Mûsa di derbarê Pêxemberê me (s.X.l.) de jî, lêgerînên pirr baş kiriye.
Bûyerek di navbera Şêx Mûsayê Zolî û Şêx Evdilqadirê GEYLANÎ de derbas dibe ku, mûcîzeyek mezin tê de heye. Bûyer wusa ye; rojekî Şêx Ebdilqadirê GEYLANÎ bi çil şagirtên xwe, tê serlêdana Şêx Mûsayê ZOLÎ. Dema nimêjê tê. Şagirt diçin derve li avê digerin. Lê mixabin avê nabînin û paşve dizivirin ji Şêxê xwe re dibêjin av tuneye. Li ser vî yekê Şêx Mûsa radihêje gopalê xwe, diçe derve. Gopalê xwe li girekî dixe. Bi destûra Xwedê ji wî girê çil kanî derdikevin. Her wusa şagirt destmêja xwe bi wan kaniyan digrin. Îro jî tê bawerkirin ku çilkaniyek li gundê Şêxanê ev çilkanî ye.

Şêx Mûsayê ZOLÎ di dema xwe de pirsgirêkên gel jî çareser dikir û ji hêla gel jî dihat naskirin.
Şêx Mûsa ez-Zolî, dema wefat dike wasiyetek wî jî “ji nifşa min kî wefat bike divê li Şêxan binax bikin.” Piştê wefata wî, gel wî dixin gorê. Li gor rîwayetan “Şêx Mûsa di gora xwe de nimêj dike, gora wî fireh dibe”. Îro li çar alî Kurdistanê kesên ji nifşa wî hatine hene. Nemaze li Wanê, Bêdlîsê, Amedê û li navçeyên van bajaran belav bûne. Her kî ji nifşa wî biçe ser Dilovaniya Xwedê, wî tînin li gundê Şêxan, li rex Şêx Mûsa bi gor dikin.

Kurê wî Ehmedê Mêrdînî, rîwayetek wusa tîne ziman: “Bavê min her tim bi Resûlê Xwedê (s.X.l.) re dipeyîvin û her dem li gor Resûlê Xwedê (s.X.l.) tevdigeriyan. Rojekî jinek bi zarokek biçûk hate mala me. Ji bavê min re got ‘ji lawê min re hêwîşekî bike’. Bavê min hêwîşekî jibo lawik kir. Lawikê 4 mehî dest bi meşînê kir. Bavê min li ser wî Sûreya Îxlasê xwend. Lawik bi wî temenê xwe Sûreya Îxlasê ji ber xwe xwend. Heta mezin bû jî li cem bavê min şagirtî dikir. Bavê min dema wefat kir, temenê wî zarokê gihîştibû 30 saliya xwe”.

Dilovaniya Xwedayê aleman li ser Şêx Mûsa be.


Çavkanî:
* Kalâid-ül-Cevâhir; s.96
* Câmiu Kerâmât-il-Evliyâ; c.2, s.270
* Tabakât-ül-Kübrâ; c.1, s.139
* Menâkıbü’l-Ârifîn, Üniversite Kütüphânesi, No: 558; v.166
* seyyahin.wordpress.com/musa-bin-mahin-mardini


(854 kelime)
(56 okuma)




Amedekirin û pêşkêşkirin:MAHîN şêXANî
 
رد: الشيخ ( سلطان شيخ موس ) بين ماردين وديار بكر

merci bp pour ces informations
 
هور يانعه في بساتين المنتدى نجني ثمارها من خلال الطرح الرائع لمواضيع اروع
وجمالية لا يضاهيها سوى هذا النثر البهي
فمع نشيد الطيور
وتباشير فجر كل يوم
وتغريد كل عصفور
وتفتح الزهور
اشكرك من عميق القلب على هذا الطرح الجميل
بانتظار المزيد من الجمال والمواضيع الرائعه
 
عودة
أعلى